Mûşekek Îranê li gundewarê Şamê ket: Qurbanî hene

Ji ber bersivdana pergala parastinê ya Îsraîlê mûşekek Îranî li Eyn Terma ya gundewarê Şamê ket, li gorî agahiyên destpêkê qurbanî hene.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ji ber bersivdana pergala parastinê ya Îsraîlê li bajarokê Eyn Terma yê  gundewarê Şamê mûşekek Îranî ket. Li gorî agahiyên destpêkê qurbanî hene û zirarên mezin bi avahiyekê de bûye.

Nûçegihan da zanîn ku ji bo veguhastina birîndaran û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ambûlansan lez da cihê bûyerê.